ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Hevserokê Navenda Girê Spî yê PYD'ê Sebrî Nebo bi bîr xist ku DAÎŞ bi şerê gel ê şoreşgerî hate têkbirin û got, li dijî dewleta Tirk jî wê bi ser bikevin.

- Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 544'an de bi jinên Rojavayî dewam dike. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin, berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê berxwedana mirovahiyê ye.

- Gerîlayê YRK’ê Hêmin Mergever der barê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got, “Eger civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo bi pêş bixe û paradîgmayê wî ji xwe re bike esas, ew ê teqez bi ser bikeve.”

- Berhemên çandî û Kurdewarî yên hunera destan bûne yekane çavkaniya debarê ya dayika Şîlan û mamê Afe. Dayika Şîlan û Mam Afe bi rê û rêbazên cuda van berheman pêşkêşî xelkê herêmê dikin.

- FED-KURD'ê bang li hikumeta Elmanyayê kir ku "Qedexeya li ser PKK'ê rakin, xizmetê ji aştî û demokrasiyê re bikin" û gelê Kurd û dostên wan jî ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li Berlînê vexwend.

- Rojnamevan-nivîskarê Kurd Hasan Zaza anî ziman ku medya Ereb êrîşkariya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tê.

- Besma Akinci sala 2020'î ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hate qetilkirin. Xwişka wê Sûad Îsmaîl Xelîl ji bo xwişka xwe dest bi kampanya 'Edalet ji bo xwişka min Besma' da destpêkirin.