ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî û got, "Hêz û xeta îdeolojîk a herî mezin û paradîgmaya nû ya Kurdan e. Vê paradîgmayê kiriye ku têkoşîna gel bibe xwedî karaktereke ku têk naçe. Paşeroj a vê paradîgmayê ye."

Komîteya Navendî ya PKK'ê têkildarî salvegera damezrandina PKK'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê d hate gotin, "Sala 43'an a PKK'ê wê bibe saleke têkoşînê ku faşîzma AKP-MHP hilweşiya ye, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê têk çûye û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk hatiye anîn."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got, "Rêveberiya tifaqa tasfiye û tunekirinê ya DYE-Dewleta Tirk û PDK têk çûye. Niha dor hatiye Tayyîp. Ji bo rizgarkirina Tayyîp hewl didin rêveberiya heyî ya PDK'ê bixin nava liv û tevgerê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rojnameya Morning Starê Steve Sweeney destnîşan kir ku gelê Kurd bi ti awayî şerê navxweyî naxwaze û diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re cihê fikaranên mezin e.

Doza keça Kurd a 2 salî Mawda vê Duşemê dest pê dike, ku di sala 2018'an de li Belçîkayê ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî lêkolînên li Çiyayê Everestê ku weke 'banê' cîhanê tê binavkirin, mîna li derya û qadên bejahî yên mirov lê ne, li vî cihê bêhempa yê xwezayî jî qirêjiya plastîk zêde bûye.