ROJEVA 23'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Hezîrana 2019'an.
- Hilbijartinên xwecihî yên li Stenbolê wê werin şopandin.
- Îsa Ebdulfeta Hemûd ku îstîxbarata Tirk bi kuştina malbata wî gef lê xwar û ew wezîfedar kir ku jehrê bixe nava xwarina şervanên QSD'ê, der barê têkiliyên navbera dewleta Tirk û çeteyan de agahiyên girîng da.
- Festîvala Jinan a Rojbîn a 3'emîn wê li paytexta Fransa Parîsê pêk were.
- AKP'ê bi balafira ku îşev saet 3'an ji Balafirgeha Ferît a Wanê rabû du sed hilbijêr bir Stenbolê.
- Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir, wê Duşemê li dijî Îranê pêkanînên 'mezin' bixe meriyetê.
- Bi hezaran hawirdorparêz ku bi rojane li herêma Ruhr a Elmanyayê li hev civiyan piştî meşeke dirêj ketin nava kaneke madenê û kirin ku karê li kanê lawaz bibe.
- Hate ragihandin, hevdîtinên navbera DYE û Talîbanê wê dawiya mehê bidomin.