ROJEVA 23'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Gulana 2020'an.

Karayilan ji Gerîla TV'yê re axivî, bal kişande ser giringiya şehîdan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê û di dîroka 43 salan a berxwedanê de û got, ''Şehîdên me pîvan in, perspektîfa sbierojê ne, talîmat in û rêya serfiraziyê ne.''

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: Sîstema te nebe tu nikarî bijî. Niha ji bo me hêza herî mezin fikra Serok Apo ye. Niha gelek hêz hene dixwazin kar bikin, lê belê îdolojiyek wan a xurt nîne, ji bo wê jî nikarin dem dirêj têbikoşin.

Her ku ambargo dirêj kir bêguman pirsgirêkên giran ên tendirustî jî bi xwe re peyda kir. Bi taybet ji ber rêgirtinê êdî zarok mirin. Pirsgirêkên jin, zarok zêdebûn. Dîsa şewba Koronayê bandorekî pir mezin li penaberên Mexmûrê kir.

Fermandarên HPG’ê û YJA Starê diyar kirin ku Sema Koçer a li Eyaleta Serhedê çalakiya fedayî kir çawa ji bo dijmin, ji bo gerîla jî peyam da û gotin: “Em ê di nava têkoşînê de bibin layîqî çalakiya wê.”

KCDK-E a operasyonên qirkirina siyasî ya li Amedê şermezar kirin got: “Bi vekirî dîktator faşîst Erdgoan, li pêşberî têkoşîna jinê ya bilind dibe, bê care maye, serî li êrîş û polîstîkayên çewisandinê daye û dixwaze tolê hilîne.