ROJEVA 23'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Şahab Ahmet Abdullatîf ê ji aliyê QSD'ê ve hate girtin, qala tora qirêj a Emniye tû MÎT'ê, her wiha amadekariya êrîşên li dijî QSD'ê û derbasbûna DAÎŞ'iyan ber bi Tirkiyeyê ve kir.

- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şiyar Akboga ye. Kekê wî Ramazan Akboga diyar kir, berpirsyariya her kesî ye ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û li dijî tecrîdê têbikoşin.

- 11. Festîvala Çandê ya Dersimê 24-25'ê Gulanê li Frankfurtê pêk tê. Amadekariyên ji bo festîvalê bi dawî bûne.

- Agît Tûfan ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hediye Tûfan got, "Dayik û zarokên wan li ber xwe didin. Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin."

- Ozanên Kurd Diyar û Emekçî bi klîbekê piştgirî dan berxwedana li dijî tecrîdkirina Ocalan.

- Koma muzîkê Awazên Çiya ku li qadên gerîla karê xwe yê hunerê dike, li ser berxwedan agerîla klîbeke nû amade kir.

- Ozlem Alev Demîrel ku ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê di destpêka lîsteya Partiya Çep a Elman de cih digire got, "Di demekê de ku nîjadperestî zêde bûye, bi dengdana Partiya Çep xwedî li wekheviya gelan derkevin."