ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gunduz anî ziman ku wê banga azadî û danûstandinê ji Amedê bikin û got, "Em ê daxwaza gelê Kurd ji Amedê bigihînin raya giştî ya cîhanê."

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê li Endonezyayê bi çalakiyekê hate nîqaşkirin.

Rojnamevan-nivîskar Seyît Evran demeke kurt beriya şehîd bikeve li ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re bersiv dabû pirsên ANF'ê.

Seyît Evran hevrê û mamosteyê min... Gotinên min têra vegotina te nakin. Te mafê jiyana rast û rasteqîn da. Li çiyê bênavber têkoşiya, nivîsand, vegot û hîn kir. Nivîsa Faraşîn Merwan.

Ji beşdarên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'emîn hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî û endamê koma Rastak Farzadê Muradî destnîşan kir ku dewamkirina festîvalên bi vî rengî pirek di navbera çandên cuda yên Kurd de ye.

Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ku mînakên wê yên destpêkê di dema desthilatdariyê AKP'ê de hate dîtin, di çarçoveya polîtîkayên rant û talanê de zêde bûn.