ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku hêzên global parçebûyî û ji hev belav in û got, ev yek ji bo çalakiyên demokratîk firsendeke. Kalkan diyar kir ku nebûna sekneke hevgirtî ya şoreşgeriyê, dibe sedema metirsiyê.

- Hikumeta Elman, têkildarî giliyê ku ji ber komkujiyên li Cizîr û Şirnexê yên sala 2016'an li dijî Erdogan û rêveberên wê demê hate kirin got, "Ji ber ku mafê destnedanê heye, nabe ku doz li Erdogan bê vekirin."

- 'Nobeda Azadiyê' 11 sal in bi biryardarî dewam dike. Torî Akan bi navê koma nû axivî û got, "Heta ku Rêberê me azad nebe, heta ku xaka me azad nebe, em jî azad nînin."

- Endama Dîplomasiyê ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serî hildan e, haya xwe ji dayina berdêlan heye û got, "Ji bo hilweşandina vê sîstemê divê em bibin yek û mafên xwe werbigirin."

- Nivîskarê Morîtanyayî Mihemed Elemîn ku çîroka şehîda YPJ'ê Barîn Kobanê nivîsand, wiha got "Jinên Kurd li cîhanê bûne sembola berxwedan, azadî û bedewiyê. Ew ji bo min bûne çavkaniya sûdwergirtinê."