ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Çeteyê DAÎŞ'ê yê Filistinî Mûhammed Balûşa ku di destê QSD'e de ye, diyar kir ku di salên 2016-2017'an de li maleke DAÎŞ'ê ya li Stenbolê maye û mîna DAÎŞ'iyên din li nexweşxaneyeke taybet hatiye dermankirin.

Yek ji çalakgeran Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê Akîlme Hanas got, "Eger em îro li pêşberî qeyûman bêdeng bikn, hingî wê mîna 27 sal beriya niha careke din gundên me bişewitînin."

Tê gotin ku pêwendiya nexweşiya demansê bi hormona ostrojenê heye ku li dinyayê 50 milyon kes bi vê nexweşiyê ne.

Çirûska ku destpêkê sala 1988'an li Gundikê Melê, piştre di sala 1989'an de li Girê Çolê pê ket, di nava gel de veguherî berxwedan û serhildanê. Bi pêvajoya serhildanê re siyaseta legal jî veguherî partiyê.