ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hin leşkerên Efgan ên ji Talîbanê reviyan Tirkiyeyê û çeteyên DAÎŞ'ê, piştî kontrolê destpêkê dişînin Erzîromê, piştre jî li Baregeha Serdar Mete Yildirim a li ser sînorê Rojava têne bicihkirin.
- Dayika girtiya di greva birçîbûnê de Amîne Kaya, Meryem Soylû got, "Heta ku tecrîd bê şikandin wê têkoşîna me dewam bike." Meryem Soylû ji bo xwedîderketina li çalakiyê bang kir.
- Hevserokê Êlihê yê DEM Partiyê Huseyîn Sarik got, "Em ê ji bo partiya xwe bixebitin. Em ê bi hev re qeyûman ji Kurdistanê bişînin."
- Di Êzdiyatiyê de tişta herî pîroz xweza ye û ji wan jî ax, av, ba û agir e. Civaka Êzidî di mîtolojiya xwe de dibêje ger ev her 4 tişt nebin ti zindî nikare li ser rûyê erdê bijîn.