ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdemg û dorveger wê bê şopandin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser grevên biçîbûnê yên li zindanan wê li gelek bajarên Ewropa çalakî bê kirin.

Şêniyên Kampa Şehîd Nazê ya li Serdeşta Çiyayê Şengalê tevî şertên giran ên zivistan û jiyanî qala jiyana xwe ya li bin konan kirin û gotin: “Tevî her tiştê jî em li ser axa xwe aram in.”

Dema tesbîta CPT’ê ya ‘Li Îmralî tecrîd bû mayînde’ ji Wezîreta Karê Derve ya Brîtanya hate kirin, bi bersivên ne têrker diyar kir ku wê destekê bide polîtîkayên nêzîkatiyên mirovî.

Jiyana taxan a li Wanê, van salên dawî piştî projeyên vegûherandinê yên bajêr û dagirkirina çêke-bifiroşe, ber bi tinebûnê ve diçe.

Gerîla Hawar Sine diyar kir ku rejîma bi polîtîkayên qirêj dixwazin basîcê asayî bikin û got: “Ji bo qertên basîc bigirin dikevin dorê. Bi taybet divê ciwan li dijî vê xwedî helwest bin.”

Hevrê Rûstem Cûdî yê ji bo hevrêyê xwe hevrê, ji bo dilê wan palpişt û ji bo xemgîniya wan bişirîn, mîna her gerîlayekî heftanînê ew jî bû heskiriyê Heftanînê. Mîna bazekê bû heskiriyê latên Hefanînê…

Wê çalakiya Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.