ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23’ê Çileya 2018’an
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23’ê Çileya 2018’an
- Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şopandin.
- Bûyer û operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakurê Sûriyeyê diqewimin wê bê şopandin.-
- Raperînên gel ên li Rojhilat û Îranê wê bên şopandin.
- Bûyer û êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Efrînê bê şopandin.
-Endama Konseya KJK’ê Çîgdem Dogû, anî ziman ku netew dewleta Tirk a li ser dijminahiya Kurdan bilind dibe wê di sedsala 21’an de, ji ber dijminahiya xwe bi teqez têk biçe.
- Rojnamevanê Başûrê Kurdistan Şemal Hesen ê ku demek dirêj e li Bakurê Sûriye û Rojava kar dike, diyar kir ku wê Erdogan li Efrînê têk biçe û got: “Li gorî min, wê Efrîn bibe şerê dawî yê Erdogan.”
- Endamê Plaftorma Eniya Efrîn a li Silêmaniyê hate avakirin Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku wê Efrînê biparêzin û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi êrîşê kiriye.”
-Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û wiha anî ziman: “Tirkiye sûcê navneteweyî dike.”
-Şêx Evdirehmanê Nexşebendî yê têkildarî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê axivî, diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina hemû Kurdistanê ye. Nexşebendî anî ziman ku piştgiriya Diyaneta Tirk a bi sûreya Fetîhê weke “Kufir” pênase kir.
-TJK-E û KCDK-E: Bi dirûşma her der Efrîn û her der berxwedan, Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanad, Avûstûralya, Japonya wê di çalakiyan de bin.
-Rêveberên MÎT’ê yê ku ji aliyê HPG’ê ve di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, têkildarî têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên Nûsra-DAÎŞ’ê agahiyên girîng dan.