ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Çalakiyên protestoyî yên ku piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê tên lidarxistin û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
- Artêşa Tirk di navbera 30’ê Gulan û 7’ê Hezîranê de tenê bi giştî 71 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û teqemeniyên qedexekirî, êrîşî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM kir.
- Kedkarê Grûp Yorûmê Cemîl Kûrt 104 roj in ji bo ku ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê bê sewqkirin, di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Dûrsûn Kûrt wiha got: “Gelo ji bo ku daxwazên sewqkirinê yên zarokên me bên qebûlkirin, divê îla bimirin?”