ROJEVA 22'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê çeperên ku artêşa Tirk a dagirker di nava 3 salan de ava kirin, di 90 deqeyî de îmha kirin û dest danîn ser bi dehan çek, cebilxane û alavên leşkerî.

- KCK'ê hemû fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir û hişyarî da pêşmergeyan ku xwe ji çeperên artêşa Tirk vegirin.

- Çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dişibe kiryarên desthilatdariya Mûssolînî ya faşîst ên li dijî Antonîo Gramscî û got, "Dixwazin fikrên Ocalan bikujin ku Marksîzma vê serdemê ye."

- Namzeta Hevşaredariyê ya Yenîşehîrê Safiya Akdag a ji DEM Partiyê got, ew dixwazin projeyên xwe yên li ser ciwan, jin û zarokan bixin meriyetê û destnîşan kir ku ew ê li dijî şerê taybet têbikoşin.

- Ji namzetên Hevşaredariyê yên Îdirê Necla Kûm a ji DEM Partiyê diyar kir ku ew ê şaredariya gel a rasteqîn bixin meriyetê û ji gel re hîn bi xurtî xizmetê bikin.

- Hevseroka Şaxê Amedê ya Odeya Mîmaran Selma Aslan got, li gel israr û bangawaziyê jî cih û warên dîrokî yên ji ber erdhejê xisar dîtine, nehatine restorekirin.

- Piştî ku Reqa ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, Kulûba Siwarbûna li Hespê ya Fîrûsiye di sala 2021'ê de hate restorekirin û malovaniyê ji 150 hespan re dike. Ji bo mirovên di navbera 10-45 salî de perwerdeya siwarbûna li hespê tê dayin.