ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koç bike û li kampên li Şehbayê û xaniyên hilweşiyayî dimîne, di nava şert û mercên giran de li ber xwe dide.

- Endamê Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û Serokê partiyê yê Helebê Mihemed Hecî işaret bi pêwîstiya sîstemeke nû ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê kir û got, partiya wan jî bi vê armancê ava bûye.

- Lîstikên şano yên Kurdî ku dema dawî li Wanê tên nîşandan gelekî bala gel dikişînin.

- Li Daîreya Koç û Penaberiyê ya Elmanyayê dawî li skandalan nayê. Hate eşkerekirin ku di nava sala dawî de zêdeyî 2 hezar tercûmanên li daîreyê ji kar hatine derxistin.

- Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 'nobeda demokrasiyê' pêk were. Kurdistanî û dostên wan wê bi vê armancê 3 rojan bikevin greva birçîbûnê.