ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Gerîla Dîren Sema bal kişand ser girîngiya qada Heftanînê û destnîşan kir ku gerîla ji bo parastina nirxên Kurdan şer dike. Dîren Sema diyar kir ku gel bi wan, ew jî bi gelê xwe piştrast in û got, "Gelê Başûr wê rê nede dagirkeriyê."

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd got, "Sîstem êrişî jinên li derveyî nasnameya jin a azad nake, ji ber ku ew xwedî zîhniyeta dewlet a mêr e. Êriş li dijî nasnameya jin a azad tê kirin."

Aktîvîstê ciwan ê ji Başûrê Kurdistanê Bilêse Omar ku dawiya hefteyê li paytexta Swêd Stockholmê li deya xwe ya li Otela Sheratonê mirî hate dîtin, bi çalakiyekê hate bîranîn.

Li gorî rapora Forûma Polîtîkaya Zarokan a Efrîkayê, li seranserê Efrîkayê jin ên ciwan bi giranî zû tên zewicandin, ji aliyê zayendî ve zext û zordariyê dibînin û nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiya jinê werbigirin.

Li gorî polîsên Elman, 124 kes hene ku mîna êrişa meha derbasbûyî ya li Dresdenê dikarin êrişên bi heman rengî bikin.