ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Koordînasyona KJK'ê der barê tecrîdkirina Ocalan daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, "Tecrîd di fikir û hest de tenêhiştina mirovekî ye, girêdana zimanê mirov e, astengkirina nêzîkatiyên mirov e û ji aliyê derûnî ve tengavkirin e."

Parêzvanên mafên jinan ên femînîst ên ji welatên cuda yên dinyayê, zanyar û aktîvîstan destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava ji bo paşeroja herêmê û mirovahiyê girînge.

Bazirganiya li sînor yek ji çavkaniyên debarê yên şêniyên Wan û Colemêrgê ye, lê belê ji laiyê qeyûman ve tê qedexekirin. Qeyûmên ku vê yekê dikin, bi pereyên gelê Wanê ji xwe re şahiyan pêk tînin.

Zanyaran ragihandin ku wan daristana herî kevn dîtine. Hate ragihandin ku daristana herî kevn li herêma Catskîlls a li nêzî bajarê Caîro yê li eyaleta New York a DYE'yê ye.