ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Di çarçoveya konsepta şer de ku sala 2015'an li dijî gelê Kurd kete meriyetê, dewleta Tirk kapasîteya xwe ya çekên nukleerî zêde kir. Demên dawî 'çekên nukleerê yên taktîkî' ji bo tunekirina herêmê bi kar tîne.

- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku di helwesta rejîma Sûriyeyê de vê carê hin işaretên erênî hene û got, "Tê dîtin ku li hemberî dagirkeriyê xwedî helwestekê ne. Wê hin gavên erênî bêne avêtin."

- Hevserokatiya KCDK-E'yê ji bo meşa 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir ku wê bi pêşengiya 'Defend Kurdistan' bê lidarxistin.

- Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ji bo Salih Cizîrî û Dr. Huseyîn wê 26'ê Hezîranê li Dortmûndê çalakiyeke bîranînê lidar bixe.