ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2020'an.

Doza azadiyê ya Kurdistanê ketiye serdemeke nû. Dewleta Tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê Kurd dest bi êrişeke berfireh kiriye. Çar aliyên Kurdistanê divê pêvajoyê rast fêhm bikin.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim bal kişna ser êrişên AKP-MHP'ê yên li dijî girtiyên siyasî û diyar kir ku faşîzm ne bi hilbijartinê lê belê bi berxwedanê dikare têk biçe.

Karsaza Çandiniya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) kku mezintirîn navenda çandinî û sewalkariyê ya li Tirkiyeyê ye, ji bo AKP'iyan veguheriye çavkaniyeke jêxwarinê.

Colemêrg yek ji wan herêman e ku li tevahiya cîhanê ji aliyê çavkaniyên çînko û zirîçê ve herêmeke dewlemend e. Tevî ku 20 sal in ji Colemêrgê zirîç û çînko ji Îran û Çînê re tên firotin, yek ji bajarên herî xizan e.