ROJEVA 22'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Gulana 2020'an.

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir, ku dewleta Tirk bi şerekî taybet ê giran temenek ji bo PKK'ê destnîşan kiriye û got, divê kes bi vê yekê nexape.

Gerîla Sêal Orkêş got, armanca wê ew e; bike ku jin nema êşê bikişîne û diyar kir, ku ew dixwaze rê li ber pêkanîna xewn û xeyalên jinan veke.

Gelê Mexmûrê ku dewleta Tirk bi salan e êrişê dibe ser wan, 10 meh in di nava dorpêçî û ambargoya PDK'ê de ye.

Urdunê gef xwar, eger dagirkeriya li Şerîa Rojava veguhere îlheqê, hingî wê "têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re" ji nû ve binirxîne.

Li Efrîkayê her sal bahozên dijwar dibin sedema hilweşîneke mezin û xurekê kêm dike. Bernameyeke nû ya ku bahozên dijwar dikare bişopîne hate amadekirin.