ROJEVA 22'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Şervan Amed ku tevlî çalakiya gerîla ya li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Koordîne yê Çelê bû, qala şerpezebûna artêşa Tirk kir.

- Delal Beddul a ji Laskiyeyê ku nêrîna Ocalan pejirand û destpêkê hevserê xwe piştre kurê xwe tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, dest ji têkoşînê bernade. Hevser û kurekî wê şehîd bûye, kurekî wê li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşê. Ew jî li qada her çalakiyê ye.

- Ji parêzeran Mûrat Arksak ku tevî dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Bakirkoyê hefteya bihurî bi lêdanê hatin destgîrkirin anî ziman ku wê her tim bi dayikan re bin.

- Berxwedana M. Alî Koçak a li dijî tecrîdê, 92 roj in li Cenevreyê didome. Ji şopdarên berxwedanê Salîh Saglam got, "Bi mirovan zehmet were jî, di şexsê hevalê Mehmet Alî de şahidiyê ji kesayetiya dilnizm û bedewiya berxwedanê re dikim."