ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji fermandarên Navenda Giştî ya YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku şehîd Bêrîtan têkiliya navbera şer û azadiyê baş pênase kiriye û got, "Bêrîtan nîşanî me da ku tenê bi rêya şer em dikarin azad bibin û bigihêjin armanca xwe."

Çavdêrê siyasî û nivîskar Letîf Fatîh Ferac anî ziman ku divê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Iraqê bê dîtin û got, "Divê NATO û Neteweyên Yekbûyî bikaranîna gazên kîmyewî li dijî qadên gerîla û sûcên din ên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê lêkolîn bikin."

Ji endamên tîmên bi tevger ên gerîla yên li Avaşînê Hebûn Kato destnîşan kir ku jin pêşengiyê ji berxwedana Avaşînê re dikin û got, "Em ê Avaşînê ji dijmin re nehêlin. Jin wê dawî li vê operasyona dagirkeriyê bîne."

Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşan da, ku tê xwestin endamên dewletê yên ku pirtûkxaneya Ûmût bombe kirin werin berdan û got, "Di encama lihevkirina AKP û Ergenekonê de gihîştin vê nuqteyê. Kî Kurdan bikuje wê neyê cezakirin."

Ciwanên Kerkûkî bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengî û hevkariya bi dijmin re, şirîkatiya bi qirkirina Kurdan re ye."

Nivîskarê dîroknas Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku her Kukrdek bi taybetî jî welatparêz, ji bo Kurdî tune nebe mala xwe bikin hêlîneke perwerdeya Kurdî.

Pirtûka 'Min dilê xwe li çiyê neqişand' a Gûrbetellî Ersoz li Wurttembergischer Kunstvereinê li Stuttgartê li 145 tabletên kevir hate pêşandan. Pêşangeh wê ji heta 2'ê Çileya 2022'an vekirî be.