ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rojnamevanên şoreşger Seyît Evran wê bi çalakiyan bê bîranîn.

Seyît Evran ji roja ku Şoreşa Rojava pêk hat û pê ve ji bo karibe her kêlî, gotin, wêne, çîrok û bîranîna vê şoreşê nîşan bide, canê xwe kir çeper, bandor li her welatparêzekî Kurd kir.

Şagirtên rojnamevanên şoreşger Seyît Evran qala wî kirin.

Parlamenter Salîha Aydenîz anî ziman ku desthilatdarî hebûna xwe bi polîtîkayên şer û tecrîdê dewam dike û got, "Hewl didin ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina faşîzmê bi rejîma tecrîdê mayinde bikin."

Kongreya 10'emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wê li Salona Serdem a Hesekê dewam bike.

Di desthilatdariya 22 salan a AKP'ê de bi guhertinên qanûnî re xwezaya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî rant û talanê hate kirin. Yek ji mînakên şênber ên talankirina xwezayê Santralên Hîdro Elektrîk (HES) e ku bi destê desthilatdariya AKP'ê hatine avakirin.