ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdemg û dorveger wê bê şopandin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.

Dema ku daxwaza zordariya mêtinger di ber de hate hiştin, ev yek wê ji bo gelên bindest hemûyan bibe serketinek. Ya girîng ew e ku dirûşma 'gelê rêxistinbûyî têk naçe' bi cih bê anîn.

Elmanyayê piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ragihandibû ku wan karê modernkirina tankên Leopoard 2 'rawestandine'. Lê belê eşkere bû ku vî karî bi rêya hin fîrmayan dike.

Mêrîvan ku yek ji bajarên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê ye bi çand û dîroka xwe bajarekî bi mînak e.

Ji Fermandarên HPG'ê Mahîr Amed bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Greva birçîbûnê çalakiyeke serhildanê ye."

Metirsiya birçîbûnê ya li Efrîkayê zêde bû, bandor li 250 milyon kesî kir. Bi çandina zad a li hin herêman, ku zêde ked jê re navê, dibe ku asta birçîbûnê bê daxistin.

Reaktoreke nû ya enerjiya nukleerê ku li Çînê hatiye çêkirin û di asta ceribandinê de ye, weke karekî girîng ê ji bo hilberîna enerjiyê ya dema bê tê dîtin.