ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, jinên Kurd ên ji welatên Skandînavyayê ne.

- Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel û ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û Mirta Baravalle li dijî desteserkirina şaredariyan ji bo gelê Kurd û HDP'ê banga piştgiriyê kirin.

- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê û ya Kurdan e. Pirsgirêka gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ne. Bêdengî pejirandina vê yekê ye."

- Siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl ên Elman bi rengekî tund tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP'î şermezar kirin. Parlamenter Michel Brandt ku ji Partiya Çep e nameyek ji Wezîrê Karên Derve Maas re nivîsî û jê xwest ku zexta siyasî li rejîma Erdogan bike.

- Artêşa Tirk li Xakurkê bi piştevaniya herî kêm 10 balafirên keşfê û droneyan bombeyan li herêmê dibarîne û hewl dide bi vî rengî li herêmê bimîne. Gerîla jî bi rengê tîmên biçûk li herêmê belav bûye û taktîka 'li her deverê ye, ne li ti deverê ye' pêk tîne.

- Ji partiyên çep ên Brezîlyayê PSOL û ji sendîkayên sereke yên li Arjantînê CTA daxuyanî weşandin û diyar kirin ku ew piştevaniya HDP'ê û gelê Kurd dikin.