ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Endamê Fermandarıya Biryargeha Navendî Bahoz Erdal bang li hêzên pêşmerge kir û di şereke gengaz de wê di berjewendiyên AKP-MHP’ê de be û got: ‘Bi lîstikan nexapin’. Erdal anî ziman ku ji diyalogê re amade ne.

Herbo: Yên ku Şengal parastin, li ber xwe dan û civak rêxistin kirin dikarin li ser navê Êzidiyan û Şengalê biaxivin, ew jî îradeya niha Şengalê heyî ye, ew nûnertiya Êzdayetiyê dikin.

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Bozgeyîk diyar kir ku li Tirkiyê nêzî 2 milyonan kes di nava bêkariyê de dijî û got: “Weke tevahiya cihanê li welatê me jî em bi bêkarî û hejariyê re rû bi rû ne.”

Çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên Windayan mîna her Şemî wê îro jî bê şopandin.

Encama lêkolîneke li Fînlandiya nîşan da ku her sal tundiya zayendî li 45 hezar jinî dibe. Tenê 1 ji 100'î wan kesan ku tacîza zayendî li jinan kirine hatine cezakirin.

Xwendekarê Zanîngeha Sala Sedî ya Wanê (YYU) Rêber Mazlûm Safran, bi sedema ku name ji Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala re şandiye û wêneyê Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez par ve kiriye, hate girtin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres di serî de daxwaz ji DYE welatên YE’yê kir ku ji bo krîzên li Yemenê bi lezgîn bikevin tevgerê.