ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2020'an.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, hişyarî da yên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT'ê dixebitin û got, "Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me."

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê di navbera 21-27'ê Hezîranê de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dakevin qadan.

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, daneyên TUÎK'ê yên li ser bêkariyê rast nînin.

Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Karker a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga destnîşan kir, ku ji bo Swêd ji ber kuştina Palme ji Kurdan lêborînê bixwaze, divê partî û saziyên Kurd hemû helwesteke hevpar nîşan bidin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî careke din bang li tevahiya beşên civakê kir ku hêvî û têkoşînê mezin bikin.

Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo êrişên dagirkeriyê û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar bikin daketin qadan.