ROJEVA 21'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2019'an.
- Karayilan: Eger yek dixwaze Kobanê jî mîna Efrînê bê qirkirinê wê demê dikare dengê xwe bide Bînalî Yildirim. Eger wijdanê we vê qebûl nake wê demê divê hûn deng nedin Yildirim. Ji ber ku guneh e.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Eger tifaqa AKP-MHP'ê li Stenbolê di hilbijartinê de têk biçe wê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasî dest pê bike; wê pêşî li demokratîkbûnê vebe.
- Endamên hucreyên razayî yên îstîxbarata Tirk ên li Reqayê ji aliyê QSD û YPG'ê ve hatin girtin li xwe mikur hatin.
- Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Parêzer Înan Poyraz got, li her navçeyê wê du parêzer bên wezîfedarkirin û bang li parêzeran kir.
- Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Şukru Tîryakî diyar kir ku wan xwe gihandine hilbijêrên bêbiryar ên HDP'ê û ew ji hilbijartinên Stenbolê re amade ne.
- Li Gola Wanê dema avjehiyê ye. Bi germbûna hewayê re gel berê xwe dide Gola Wanê û xwe hênik dike.