ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2020'an.
Aktîvîsta TJA'yê Samiye Demîr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û got, "Kiryar di asta herî nizim de tên cezakirin yan jî tên berdan. Dewlet bi vî rengî mirovan teşwîqî sûc dike."
Denîz Derya qala hevrêya xwe Rûken Şirnex kir ku sala 2010'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Derya got, "Rûken xwedû ruhekî bêhempa bû, çavkaniya moralê bû. Heta nefesa xwe ya dawî em ê dilsozên bîranîna wê bin."
Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn diyar kir ku vîrûsa koronayê bandor li 90 ji sedî yê esnafên Wanê kiriye û got, "Eger bi vî rengî be wê krîz mezintir bibe. Bi tengaviya aboriyê bêkarî zêde dibe."
Piştî ku keştiyên dawî jî ji aliyê Îtalyayê ve hatin desteserkirin, fikar tên kirin ku li Derya Spî dramên koçberan bi rengekî bêdeng zêde bibin, ku kes pê nehesin.
Ji ber şewba Covîd-19 bikaranîna maskeyên ji bo carekê tên bikaranîn, ji her demê zêdetir bûye. Divê haya mirovan ji zerara van maskeyan a li xwezayê hebe.