ROJEVA 21'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Şahab Ahmed Abdullatîf ê ku di destê QSD'ê de ye diyar kir, ji sala 2017'an ve transfera pereyê DAÎŞ'ê yê ji Dêra Zorê ber bi Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê jî ber bi Ewropa û welatên Kendavê di bin çavdêriya Emniyetê û MÎT a Tirk de hatiye kirin.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 361'ê de bi koma nû didome.

- Li Qamişloyê, çalakiya ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê didome.

- Mesût Yaşasin ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li hucreya yek kesî ya girtîgehê çalakiya xwe didomîne. Bavê wî Mahsûn Yaşasin bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya kurê xwe û bang kir.

- KCDK-E'yê ji bo meş û mîtînga girseyî ya 22'ê Gulanê ya li paytexta Belçîka Brukselê banga tevlîbûnê kir û ragihand, "Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî çalak beşdarî meş û mîtîngê bibin."