ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û bûyerên pê ve girêdayî wê bên şopandin.

- Rewşa dawî ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pîrozbahiyên Newrozê wê werin şopandin.

- Berdevkê YPG'ê: Sûltanê terorê Erdoğan bi rêya Elmanyayê fidyeyê ji alema Xiristiyan digire û bi vî rengî êrîş dike û belav dibe. Cîhana rojava jî qels e, bê vîsyon e, jê sûdê werdigire û çavê xwe jê re digire.

- Efrîniyên ku piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koç bikin, dibêjin ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dixwazin li cih û warê xwe vegerin.

- Tevî partiyên il desthilatdariyê CDU/CSU û SPD'ê, partiyên li mûxalefetê Partiya Çep û Partiya Keskan bang li hikumeta bi serokwezaretiya Merkel kirin ku li pêşberî rewşa Efrînê bibe xwedî helwest.