ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn ew ê li bajarê Maastricht ê Hollandayê di “Lihevkombûna Gelan” de werin cem hev.

20’ê Cotmehê li Swîsreyê wê hilbijartina Parlamentoya Federal çêbibe. Mustafa Aticî ku ku ji 2004’an ve ji Partiya Sosyalîst (SP) li Kantona Baselê parlamenter e,di hilbijartinê de xwe di ber namzetiyê re kiriye.

Gerîlaya şehîd  Dîdar Serhat digot ew bi PKK’ê re gihaye heqîqetê û digot, ‘’Azadbûnê mirov mîna pirpirîka çaran li gel hev ferq dike’’. Serhat destnîşan dikir  PKK ne tenê tevgera tolhildanê ye.

Endama Kongra Star Hesen: Dema îro dibêjin; em li Şehbayêdi qonaxa duyemîn a Berxwedanê de ne, em vê li ser esasê têkbirin û şikandina dagirkerî û destdirêjiya dagirkeriya îro ya li ser civaka me tê kirine û azadkirina civaka xwe ye.