ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, êrişên dagirkeriyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî û got, "Wezîfeya sereke geşkirina têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî ye."
 
Li gorî rapora UNICEF'ê di nava 30 salên dawî de tevî ku mafên zarokan hinekî hatine başkirin jî hîn pirsgirêkên giran didomin ku yekser bandorê li sed milyonan zarokî dikin.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di raperîna gel de ya li Îranê bi dehan kes hatin qetilkirin. Lê Rêxistina Efûyê diyar kir ku bi tundiya li dijî xwepêşandanên aştiyane dibe ku bi sedan mirov hatibin kuştin.

Dengbêj Perîxan Yildiz diyar kir ku dengbêjî taybetî û xweseriya jina Kurd e û anî ziman ku dema mirov li zimênên jinan dinêre dibîne ku bi şêweyê dengbêjiyê pêş dikeve.