ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Gerîlayê HPG'ê Şerzan Cûdî û gerîlaya YJA Starê Dîcle Nûrûllah gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci bi bîr anîn ku di sala 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, îro li gelek herêmên Kurdistanê li ser xeta berxwedanê ya Zîlan têkoşîn tê kirin.

Nûnerê DEM Partiyê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay anî ziman ku bilindbûna rastgiriya tund a li Fransayê ji ber siyaseta hikumeta Macron e û got, di hilbijartinên pêşwext de wê Eniya Gel pêngaveke xurt biavêje.

Li gorî Endeksa Mafên Global a sala 2024'an, Tirkiye ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî nebaş de ye. Ji dema destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve mafên karkeran hatin desteserkirin.