ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Fermandariya Biryargeha HPG'ê Şivan Gever diyar kir ku ji bilî qewirandina dagirkeran rêyeke din nîne û got, "Ev şer ji bo Kurdan şerê man û nemanê ye. Çiqasî dewam bike jî em ê nirxên gelê Kurd biparêzin û Kurdistana azad ava bikin."

- Gerîlayên HPG'ê anîn ziman, dewleta Tirk a ku di sala 2021'ê de nekarî bi ser bikeve dixwaze di sala 2022'an de encamê bi dest bixe û gotin, "Gerîla bi îradeya xwe ya ji pola mîna mertalekî li pêşiya hesabên wan dibe asteng."

- Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat destnîşan kir ku gerîlayên Kurd û Ereb li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hev re şer dikin û got, "Em ê nehêlin ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike."

- Ji YPJ Enternasyonalê Comrade Dîlan ragihand ku pêkhateyên li Rojava hemû tevlî avakirina civaka demokratîk û şoreşê bûne û diyar kir, ku modela Şoreşa Rojava dikare ji tevahiay Rojhilata Navîn re bibe çareserî.

- Provokasyona ku piştî êrişa li ser avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikandarên Sinûnê hate birêxistinkirin, eşkere bû ku encama planeke nû ye.

- Yek ji warê dîrokî yê Kurdistanê keleha Spî Hesar, dîroka xwe digihêje heta Serdema Neolîtîkê. Spî Hesar a ku li Silêmaniyeyê ye, mîna gelek cihên dîrokî ji ber xemsariyê xera bûye.

- Aktîvîstê Siyasî Mesud Ebdulxaliq anî ziman ku ji bo çareseriyê divê hikûmet bê guherîn û eniyeke gel a dorfireh ku li dijî diz û gendeliyê têdikoşe, bê avakirin.