ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2020'an.

Fînala 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê wê îro li Enqereyê pêk were.

Dewleta Tirk ku di bombardûmana sê rojên dawî de 7 sivîl qetil kir, 37 sal in li Başûrê kurdistanê komkujiyan dike. Kendakolê, Zergelê, Kortek çend ji van komkujiyan e.

Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi her awayî zext û tundî tê kirin.

Baroya Wanê jî tevlî meşa ber bi Enqereyê ve bû. Serokê Baroya wanê Zulkuf Ûçar got, "Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin."

Xizmên windahiyan, mîna her Şemiyê wê îro jî li aqûbesta xizmên xwe yên winda bipirsin.

Parlamenta Ewropayê, bi dirûşma "Jiyana reşikan girîng e" ya li DYE'yê li dijî nijadperestiyê belav bû, pêşnûmeyek qebûl kir.

Li Ewropayê tevî ku li gelek welatan qedexeya derketina deve hate rakirin, di şewba Covîd-19 de hejmara herî zêde ya rojekê ya nexweşan rû da.