ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Gulana 2020'an.

Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, çawa ku desthilatdariya AKP'ê 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir firsend, şewba niha jî kiriye firsend û qeyûm daniye ser şaredariyan.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum bal kişand ser belavbûna vîrûsa koronayê li girtîgehan û destnîşan kir, eger tavilê dest li rewşê neyê werdan wê ji her kesekî li girtîgehan jiyana xwe ji dest bide dewlet berpirsyar be.

Bêrîtan ku jineke Ereb e, piştî êrişên li ser Şengalê tevlî nvaa refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Piştre derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li wir dewam kir.

Fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê ji Stêrk TV re axivîn û gotin, "Ji gotinên me bêhtir, şêweyê jiyan û şerê me girîng e."

Li Çînê koleke ji deh hezaran kîlometreçargoşeyî careke din şîn bû. Vê yekê nîşan da ku bi hewldanên demdirêj û bi sebir dikare pêşî li çolbûnê bê girtin.

Li gorî lêkolîneke li welatên Ewropayê, di nava ciwanan de rêjeya bikaranîna tevnên dîjîtal zêde bû û her ku asta hatineyê kêm bû, rewşa tenduristiyê jî nebaş bû.

Asteeroîdekî mezin ku tê payîn nêzî dorhêla cîhanê bibe, bûye sedema fikaran. Tê texmînkirin ku asteroîd di ber cîhanê re derbas bibe û bibe sedema gelek afetên xwezayî.