ROJEVA 20'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, beriya ku mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê êdî çareseriyeke rasteqîn bê peydakirin û got, "Em li bendê ne ku bêyî encameke nebaş derkeve, gav werin avêtin."

- Girtiya siyasî Ozlem Soyler ji 16'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Hatîce Soyler xwest tecrîd ne bi gotinê, lê di pratîkê de bi dawî bibe.

- Çalakiyên ji bo danasîna pirtûka Ocalan a bi navê "Şaristaniya kapîtalîst: Serdema Xwedayên bi maske û qralên nixumandî" ku bi Elmanî hatiye wergerandin, didome. Wê vê hefteyê li 5 bajarên Elmanyayê pirtûk were nasandin.

- Endamên Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Dijwar Botan û Orhan Lîtavk şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û gotin, "Destketiyên heta niha li Kurdistanê hatine afirandin, bi saya şehîdan e."

- Dayikên Qamişloyê ku ji bo piştgiriyê bidin dayikên li dijî tecrîdê li ber xwe didin li Qamişloyê ketine greva birçîbûnê, gotin 'Hûn bi tenê nînin'.

- Ji Rêveberiya Komîteya Zindanan a PAJK'ê Yaser Meletî destnîşan kir, daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul a li ser 'rakirina qedexeya li Îmraliyê' manîpulasyon e û got, "Dibe ku pêwendiya xwe bi hilbijartinên Stenbolê re hebe."