ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2018'an.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir, yên ji bo dagirkirina Efrînê kêfxweş in wê Enqereyê ji dest bidin. Kalkan got, wê şoreşa Bakur dest pê bike.

- Efrîniyên ku ji ber êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî herêma Şehbayê kirin û hewl didin di nava şert û mercên giran de li erdê mayinkirî jiyaneke nû ava bikin, sonda tolhildanê dixwin.

- Gerîlayên YJA Starê ragihandin ku wê bi coşa agirê Newrozê berxwedana Efrînê geş bikin.

- Nobeda li ber avahiya Konseya Ewropayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin di hefteya 300'î de ye.

- Şêniyên Binarê Qendîlê hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr ne ya qebûlkirinê ye.

- Pêşniyarên hikumeta Fransayê yên ji bo statuya nû ya Korsikayê, ji aliyê nûnerên Korsikayê ve 'têrker' nehate dîtin.

- Parlamenterê Elman Diether Dehm, bi hinceta ku di Newroza Hannoverê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, kete ber lêpirsînê.

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û destnîşan kir ku di vê Newrozê de wezîfeya herî mezin a  'derxistina dijmin ji Efrînê' ye.

- Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku bûyerên bi dagirkirina Efrînê re rû dan wan dixin nava fikaran û li dijî gefên ku li Minbicê tên xwarin jî ev hişyarî da: "Hemû alî dizanin ku leşkerên DYA li wir in û ji bo rûnedana şer em ê hemû tedbîran bigirin."

- Bajar êdî bi rengekî din ava dibin. Norwêc dixwaze di demeke nêz de bajarê herî mayinde yê cîhanê ava bike.