ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman pêk tên wê werin şopandin.

Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir, ji ber ambargoya li ser Şehbayê derfetên wan nîne ku nexweşan derman bikin û got, mirov ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin.

Berîvan Edîn ku hevsera yekji şehîdên Cizîrê Sahîp Edîn e diyar kir, dengê Cizîrê bi têrkerî nehate bihîstin û got, "Her kes bêdeng ma, lê belê divê Kurd li her devera Kurdistanê xwedî li îradeya xwe derkevin, li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin."

Ji dayikên aştiyê yên ku ji bo bidawîbûna ambargoya li ser Mexmûrê li ber xwe didin Kûmrû Kasim Tûnç anî ziman, ku li gund dewleta Tirk, li Mexmûrê jî PDK ambargoyê dike û got, "Em ê vê ambargoyê ji holê rabikin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, Kurd ji ber nebûna yekîtiya neteweyî nekarîn ji pêvajoya du şerên dinyayê sûdê werbigirin û hatin qirkirin. Engîn destnîşan kir, divê heman şaşitî niha dubare nebe.

Saziyên alîkariyê yên navneteweyî li dijî bandora germahiya global bang kirin û hişyar kirin ku ji ber guhertina avhewayê heta sala 2050'î wê herî kêm 200 milyon mirov bibin hewcedarê alîkariya însanî.

Ji ber ku Çînê û Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kirin, ihtimala agirbestê ya li Idlibê ji holê rabû. Her wiha welatên Rojavayî jî îdîa kirin ku armanca wan astengkirina krîza însanî bû.