ROJEVA 20'Ê ÎLONÊ

20'ê Îlonê, rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyonên dijî DAÎŞ'ê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Dundar: Dundar: Êşkeneya li cenazeyan û êrîşa li ser goristanan nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê ya li dijî Kurdan li dar e.

-Rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ku beriya bi 26 salan ji hêla JÎTEM'ê ve hatî kuştin, kujerên wî li gel delîl û şahidan jî hê serbest in. Dosyaya cînayeta Anter ku tekan kujerê girtî jî hatî berdan piştî bi 4 salan wê were girtin.

-Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç bang kir ku her kes tevlî meşa 'Tu nebixêr hatî' ya protestokirina serdana Erdogan bikin û got, ''Dîktatorek çawa were pêşwazîkirin, em ê wiha pêşwaziyê bikin''.

-Jinên ji Bradostê gotin ew ê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rawestin û gotin, ''Em heta ku nebin ax dev ji axa xwe bernadin''