ROJEVA 2'YÊ ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Li Kolnê ya Elmanyayê ji bo tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin wê meş û mîtîngek were çêkirin.

-Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku divê hemû jin bi berxwedana Leyla Guven û giyanê Şêladizê dakevin qadan.

-Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Cinêvê Kîtsos, greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê slav kir, bang li dewleta Tirk kir ku Peymana Cinêvê bi cih bîne.

-Komeleya Newroz a li paytexta Libnanê Bêrûdê weke navenda Kurdên vir tê qebûlkirin. Komeleya Newrozê 2014'an bi fermî hate vekirin û ji hingî ve xebatên xwe yên çandî û civakî dike. Serokê komeleyê jî  Hennan Osman e.

-Yek ji namzetê hevseroka şaredariyê ya Silopya ya HDP'ê Adalet Fîdan got, ''Em saziyên xwe yên ku hatine girtin hemûyan dîsa vekin. Dema ku gel hat, wê ew hîs bi wan re çênebe ku çûne qereqolan lê wê xwe li malên xwe hîs bikin.''

-Namzetê Hevşaredariyê yê  Dêrgulê Dursun Çakir got, ''Em ê bera qeyûm bidin, kooperatîfan ava bikin û şaredariyê rakin''.

--Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî Kurdan têk çû, ji bo ku xwe li ser lingan bigre tecrîda li ser Ocalan giran kir. Ozturk da zanîn ku CPT bi sersariya xwe bûye hevkarê sûc yê AKP’ê û xwest CPT li peyîra xwe rabe.

-Malbata şehîd Ciwan Reşîd ku ji gundê Zaoretê yê navçeya Şêrawa ye,diyar kir ku di dema balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê wan Koxrê dayî endamê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Ciwan Reşîd şehîd bû.

-Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Besta Firat tevlî bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV bû û got, ''Çalakiya ku girtiyan 1'ê Adarê dane destpêkirin, ji bo bi milyonan mirovên li derve peyama berxwedanê ye.''