ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tebaxa 2019'an.

- Di ser êrîşên qirkirina Êzidiyan re 5 sal derbas bûn. Neteweyên Yekbûyî tevî bangên saziyên xwe jî hîn weke qirkirinê nas nekiriye. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Îgrek diyar kir, ev helwesta Neteweyên Yekbûyî dikare rê li ber komkujiyên nû veke.

- Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got, "Di nava sê salên dawî de li gelemperiya bajêr 511 kes mirin. Tenê li Silopiyayê 11 hezar mirovên astengdar hene. Sedema sereke ya vê yekê jî mixabin santrala termîk e."

- Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya 3'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û xwest, qirkirin bê nasikrin û statuya Êzidiyan bê qebûlkirin.

- Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne.

- Eşkere bû ku ji bo şîrketa wesayitan a Elman Volkswagen (VW) febrîqeya xwe ya nû li şûna Bûlgarîstanê li Tirkiyeyê ava bike, yek ji serokwezîrên berê yên Elmanyayê û dostê Erdogan Schroder ketiye nava hewldanan.

- Di encama lêkolîna komeke astronomên navneteweyî de sîstemeke nû ya rojê hate dîtin ku herî kêm gerstêrkek 'jiyan lê pêkan e' di nav de heye.