ROJEVA 2'Ê SIBATA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger wê were şopandin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.

Grevên birçîbûnê di dîrokê de weke yek ji çalakiyên herî bi bandor ên îtiraz û şermezarkirinê hate dîtin. Grevên birçîbûnê li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 50 salên dawî de gelek caran hate kirin.

Denîz û Nûman jî di bajarên cuda rastî çarenûsa hevpar ya vî gelî tên. Tişta ku wê wan bîne ba hev, serhildana li hemberî pergalê û xwedîderketina li hestên welatparêzî, hêvî û baweriya serketinê bû.

Siyasetmedarê Kurd Fayîq Gulpî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser PKK'ê û Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku hêzên Kurd divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bibin yek.

KOMAW: Yekane rêya azadiya Kurdistanê û Rêber Apo, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye, berxwedana li her qadê ye, bilindkirina têkoşînê ye.

Demeke welê bû ku çivîk jî çûbûn... Tenê çend şervan hebûn. Komek ji şervanên jin hebû. Çûm gel wan û rûniştim. Weke ku em bêxwedî mane, giraniyek li ser min hebû.

Dewleta Tirk û qaşo 'Meclîsa Tirkmen a Rasûlayn' a ser bi wê ve, bi gotina 'Em ê serê te jê bikin û ji malbata re bişînin' gef li Tirkmenê ji Serêkaniyê xwarin ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar ma mala xwe biterikîne.

Kedkarên jin ên li Belçîkayê wê ji bo keda xwe, di 8'ê Adarê de bikevin grevê.

Nûnerên gelê Tîgre yê Etiyopyayê diyar kirin ku wê ti carî dest ji azadiya xwe bernedin û banga têkoşîna çekdarî li gel kirin.