ROJEVA 2'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Hezîrna 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Hezîrna 2019'an.
- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.
- Naîme Çelî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de bû, diyar kir ku afirînerên destpêkê yên serketinê dayikên berxwedêr in û got, divê xwedî li destketiyên hatine afirandin bê derketin.
- Şiyar Serxwebûn ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê kir, li Berlînê ji aliyê Kurdan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin.
- Beriya Cejna Remezanê, esnafê Wanê ji ber krîza aboriyê nikarin kar bikin, welatî jî nikarin bikirin.
- Mirovên Nenadertal ku tê gotin, piştî mirovên niha dîtin beriya bi hezaran salan ji holê rabûn, tê îdîakirin ku dibe ku ji ber rêjeya zayînê tine bûne.
- Cotkarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji berhemên îsal kêfxweş in, lê belê şewatên ku bi gumanbarî li nava zeviyan derdikevin zerarê dide zeviyên wan. Rêveberiya Xweser jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike.