ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Cotmeha 2019'an.

Çalakiyên ku li dijî desteserkirina şaredariyan pêk tên wê werin şopandin.

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate tayînkirin, di nava mehekê de qaseya şaredariyê vala kir.

Nûrşîn û Perwîn ên ji Kobanê ku xwişkên hev in, perwerdeya ku li Amedê li Konserwatûara Aram Tîgran li ser amûrên muzîkê yên rojhilat û rojava dîtin, niha li Kobanê didin zarokan.

Yek ji kesên ku îsal hêjayî nîşana Eyaleta Berlînê hate dîtin siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran bû. Baran nîşan ji Şaredarê Berlînê Muller wergirt.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, parastina karkeran ji madeyên kîmyewî yên li kargehan pirsgirêkeke mirovî ye.