ROJEVA 2'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Li gundên Bedehê, Orê û Babirê yên li herêma Metînayê, ji ber êrîşa dewleta Tirk şewat derket. Hikumeta Kurdistanê ya Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye.

- Gerîlaya YJA Starê Kobanê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj giran dibe û got, "Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin."

- Karkerên ku li gel germa dijwar a Cizîrê li kolanan dixebitin, berdêla heqdestê xwe bi têrkerî nagirin. Karker dibêjin, tevî vê yekê jî wê ji cih û warê xwe dernekevin.

 - Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ku bi bêqîmetbûna Lîreyê Tirk giran bûye, wê bandorê li sektora otomotîv a Elman jî bike.

- Hevserokê MŞD'ê Fîkret Îgrek got, ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî amadekarî qediyan e ku wê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were.