ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Çileya 2020'î.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê bên şopandin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nirxand û got, "Berxwedan û têkoşîna me wê di sala 2020'î de jî bênavber dewam bike."

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku wê di sala 2020'î de pêngavên nû û xurtir pêk bînin û gotin, "Em ê sala 2020'î bikin sala serketinê." Gerîlayan bang li gel kirin ku ji hêza xwe bawer be.

Mehmet Yonay ku 8 salan rêveberî ji Komeleya Çand û Hunerê ya Med re kir, ji ber parçvekirinên xwe yên medya civakî ji Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Stenbolê bang lê hate kirin û di ser hevsera wî ya girtî re gef lê hate xwarin.

Hejmara meha Çileyê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Em teyrê Sîmir in. Em ji xweliya xwe ji nû ve diafirin."

Li Awûstûryayê, ji bo koalîsyona Sebatîan Kûrz ê mûxafazakar û partiya Keskan li hev hate kirin.