ROJEVA 2'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, hêzeke ku bi Kurdan re tifaqê neke nikare li Rojhilata Navîn bi ser bikeve û got, "Çi pê re çi jî li dij, siyaset bêyî Kurdan nabe."
- Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban got, nêzî 4 hezar zarok li girtîgehên Tirkiyeyê hene ku 170 ji wan penaber in, nêzî 700 jî zarokên heta 6 salî ne.
- Yek ji rojevên herî girîng ên li Tirkiyeyê 'berxwedana zindanan e' ku hîn dewam dike. Ev tevna berxwedanê ya kolektîf, li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hate danîn.
- Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan bi bîr xistin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven 55 roj in dewam dike û bang li gel kirin ku hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Guven derkevin.
- Derhêner Veysî Altay qala dokûmantera Nûjîn kir ku çîroka jinan a li Rojava bi pêşengiya şoreşê radibin vedibêje. Altay diyar kir, dokûmantera ku li gleek welatan xelat jê re hate dayin, li Tirkiyeyê hate darizandin.