ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tebaxa 2019'an.

- Wênevanê Kanadayî Joey Lawrence ku weke yek ji 30 wênevanên li dinyayê yên divê bên şopandin tê qebûlkirin, wêneyên ku ji sala 2015'an ve li Kurdistanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de kişandiye kir pirtûk.

- Çiya Amed ku 4'ê Hezîrana 2007'an li Dersimê şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de ya bi Halîl Dag re ji bo pirsa 'Kurdistan ku devere?' gotibû, "Devera ku tu karibe jê hez bike ew dever Kurdistane."

- Meteorekî mezin ku di 10'ê Tebaxê de ji mesafeya bi 7.4 milyon kîlometreyî dûrî dinyayê derbas bû, heta sed saleke din wê li dinyayê nekeve. Lê belê metirsiya herî mezin meteorên kêmî 130 metreyî ne.