ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Her jineke Kurd, her jin divê her roja xwe veguherîne têkoşînê. Berxwedan û têkoşîna me divê ne tenê rojekê be. Eger jin xwe bi rêxistin bike, wê komkujî nemîne."

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd e û diyar kir, bi hezaran kesên di mîtînga Kolnê de li hev kom bûn, peyama 'Rêber Apo îradeya me ye' dan.